Îsraîl: Erdogan Sûriyeyê kiriye eniyeke dijberê me

Îsraîlê ragihand ku Serokkomarê Tirkiye Erdogan, Sûriyeyê aniye rewşa dijberê wê. Wezîrê Karên Penaberan Amichai Shekli banga kir ku divê Enqere di aliyê dîplomasî de were îzolekirin.

Wezîrê Karên Penaberan ê hikumeta Îsraîlê Amichai Shekli got serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan "Hewl dide Sûriyeyê veguherîne eniyekê ji bo êrişa li dijî Îsraîlê" û da zanîn ku tevgerên Tirkiyeyê li herêmê gefên yekser li dijî ewlehiya Îsraîlê ne.

Shekli diyar kir ku divê Îsraîlê "Hewlên xwe yên di qada dîplomasî de ji bo îzolekirina tirkiyeyê bike" û destnîşan kir ku Tirkiye di siyaseta xwe ya herêmî de "hewl dide bi rêya aliyên dijberî Îsraîlê serweriya xwe berfireh bike."

Ev daxuyanî digel nakokiyên di navbera Enqere û Tel Avîvê de û tawanbarkirina rola Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê pêk hatin.